Portal:Dîrok
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Dîrokê
Dîrok, tarîx an jî mêjû lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Tarîxnas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecrubeyên devkî, nîşanên tebiî û objeyên maddî wekî eserên hunerî bi kar tînin.
Tarîxnas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi giştî li ser kîjan vegotin weqayekê herî baş îzah dike û li ser muhîmiya sebeb û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Hêrodotos, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê
Wêneyên bijartî
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 680 – Kurê Elî, Îmam Hiseyn li Kerbelayê hate serjêkirin.
- 1631 – Artêşeke Saksonî bajarê Pragê zemt kir.
- 1780 – Li Karayîbê di encama bagerekê de 20.000-30.000 mirov mirin.
- 1944 – Li kampa Auschwitzê 800 mitirb ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin.
- 1970 – Fîjî, bû serbixwe.
- 1986 – Li paytexta El Salvadorê, San Salvadorê, erdhej pêk hat û di encamê de 1500 mirov mirin.
- 1997 – Kitêbxaneya Kurdî, ji aliyê Wezîra Çandê ya Swêdê, Marita Ulvskog ve hate vekirin.
- 1997 – Li Ûrûguayê balafir ket û di encamê de 70 kes mirin.
Jidayikbûn
- 1861 – Fridtjof Nansen, ajalnas û lêkolînerê xwediyê Xelata Nobelê
- 1913 – Claude Simon, nivîskara xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – Harold Pinter, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1950 – Rezoyê Osê, nivîskar û lêkolînerê kurd
- 1963 – Hülya Avşar, hunermenda Tirkiyeyê
Mirin
- 1797 – Mary Wollstonecraft, nivîskar û parêzerê mafê jinan







