sal
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]sal m
- 12 meh, 365 roj, 52 hefte
bihar û havîn û payiz û zivistan bi hev re- ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
- Hate gêrran hêj ne behsa Ademê
Nê hezaran salê çûne axîrî
Ew nebûbû Adem, hêj av û herî
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | sal | sal |
| Îzafe | sala | salên |
| Çemandî | salê | salan |
| Nîşandera çem. | wê salê | wan salan |
| Bangkirin | salê | salino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | salek | salin |
| Îzafe | saleke | saline |
| Çemandî | salekê | salinan |
Bi alfabeyên din
[biguhêre]- kurdî-erebî: سال (dengasî: صال، صاڵ)
- kurdî-krîlî: сал
Jê
[biguhêre]Têkildar
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji proto-hindûewropî *ḱelh₁- (“germ bûn”).
Hevreha soranî ساڵ (sał), kurdiya başûrî sał, hewramî sał, belûçî سال (sal), farisî سال (sal), tacikî сол (sol), talîşî سال (sal) û sor, pehlewî 𐭱𐭭𐭲 (/sāl/), pertî 𐫘𐫀𐫡 (/sar/), zazakî serre, osetî сӕрд/сӕрдӕ (særd/særdæ: havîn), (avestayî 𐬯𐬀𐬭𐬆𐬜𐬀 (sarəδa), hexamenişî 𐎰𐎼𐎭 (θ-r-d), sanskrîtî शरद् (şered: 1. payiz 2. sal).
Koka hindûewropî herwiha serekaniya bo nimûne latînî calēre (“germ bûn”) ye.
Urdûyî سال (sal) û hindî साल (sāl, “sal”) ji zimanên îranî hatine wergirtin; peyva sanskrîtî शरद् (şered) di wan de maneya "payiz"ê dide. Bo hin nimûneyên din jî ku "-rd-" ya îraniya kevn di kurmancî de dibe "l", binêre "gul, al, gel, çil (40), kalan"...
Di makezimanê proto-hindûewropî de peyva bi wateya "sal" *yóh₁r̥ ku bo nimûne year ya îngilîzî, Jahr ya almanî û år ya swêdî jê hatine. Di nav zimanên îranî de ew di avestayî de wek 𐬫𐬁𐬭𐬆 (yārə: sal) û di hexamenişî de wek 𐎯𐏁𐎹𐎠𐎼𐎶 (duşi-yāram: hişkesal, sala kêmbaran) hatiye qeydkirin. Ew wek peyveke serbixwe di zimanên niha yên îranî de nemaye lê di kurdî de di peyva pêrar (du sal berî niha) û di hevwateya wê ya farisî پیرار (pîrar) de maye ku herdu ji forma îraniya kevn ya *pere-yar hatine ku li dawiyê wê "-yar" bi maneya "sal" e.
Peyva sal û peyva zazakî serre hinekî dişibin hevwateya xwe ya erebî sene (şene, şente bi zimanên din yên samî) û herwiha hevwateyên xwe yên bi zimanên tirkîkî jî, bo nimûne qazaxî û kirgîzî жыл (cıl - bi tirkî yıl) lê nêzîkiya wan ya dengî tenê tesedifî ye. Lê tirkî herwiha peyva sene bi kar tîne ku ji erebî hatiye wergirtin.
- Çavkanî:
- Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura, rûpel 247
- Chyet, Michael L. (2003), “sal”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press, rûpelên 527, 450
- Mayrhofer, Manfred (1992–2001): Etymologisches Wörterbuch des Altindoarischen [Ferhenga etîmolojî ya hindûaryayiya kevn] (bi almanî), Heidelberg: Carl Winter Universitätsverlag.
Herwiha binêre
[biguhêre]Gotinên pêşiyan
[biguhêre]- serê salê, binê salê, Xwedê kurekî bide kevaniya malê
- sal bi sal, xwezî li par
- sal wekî bawîşka tên û diçin
- sala du bihar û zilamê bi guhar û pîra bi yar
- salekê şivan e, deh salan heywan e
- salê carek mêranî, mehê carek mêvanî, rojê carek domanî
Bi zaravayên din
[biguhêre]Werger
[biguhêre]
| |||||
Qafiye
[biguhêre]Anagram
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]sal
- Kurmancî
- Bilêvkirina IPAyê bi kurmancî
- Deng bi kurmancî
- Dengên kurmancî ji Bidlîsê
- Lema bi kurmancî
- Navdêr bi kurmancî
- Navdêrên mê bi kurmancî
- Rûpelên bi 2 madeyan
- Jêgirtin bi kurmancî
- Ji wêjeya klasîk (kurmancî)
- Koda skrîptê ya nehewce bi kurmancî
- Peyvên kurmancî ji proto-hindûewropî
- Peyvên kurmancî yên mîrasmayî ji proto-hindûewropî
- Madeyên bi referansa etîmoneke neheyî bi kurmancî
- Rûpelên bi etîmonê
- Madeyên bi etîmonê bi kurmancî
- Rûpelên etîmoneke bê ID bi kar tînin
- Translîterasyona zarûrî û manûel bi urdûyî
- Skrîpta nestandard bi kurdiya başûrî
- Koda skrîptê ya zarûrî û manûel bi kurdiya başûrî
- Translîterasyona zarûrî û manûel bi aramiya nû ya asûrî
- Translîterasyona zarûrî û manûel bi puncabî
- Anagram bi kurmancî
- Tirkî
- Lema bi tirkî
- Navdêr bi tirkî