Here naverokê

kurdî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

  • IPA(kilîd): /kʰʊɾˈdiː/
  • Deng (Wan): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: kur·dî
Deverên ku kurdî lê zimanê serekî ye.
Gotareke li ser kurdî di Wîkîpediya kurmancî de heye.

kurdî m

  1. (ziman) Zimanek hindo-ewropî yê ji babika zimanên îranî. Zimanê kurdan, zimanê kurd pê diaxivin.
    • 2020, بابا مردوخ روحانى, tercimekirina M. Reşît Irgat, M. İsmet Kılıçaslan, Dîroka Navdarên Kurd (Mîrek û Xanedan), Nûbihar, →ISBN Invalid ISBN, rûpel 442:
      Hatiye gotin ku serrista fermanrewayên soran mirovekî bi "Kelos" navdar bûye. Kelos di kurdiyê de tê wateya kesê ku diranên wî yên pêşîn tunene.
    • 1942, Kovara Ronahî:
      Belê Gulavêjê gotiye: "bi zimanî kurdî Botan". Gelo ji gotina "kurdiya Botan" mexsed çi ye? Bê şik mexsed kurdiya ko di cihê Botan de pê tête axaftin e.
    • 2018, Haci Akman, “Kurdên Anatoliya Navîn: Parastina nasnameya kurd û asimîlasyona wê”, li ser Bîrnebûn‎[1], hejmar 72:
      Min xwest gotara xwe bi kurdî û bi zaravê ya ku ez bi rojane bikartînim pêşkeş bikim. Heman demî gelek hizrên min yên wekê ku yên kurdî nizanin biaxivin an jî bi kurdiyekê bi bandor û piştgiriya tirkî ve diaxivin hebûn.
    • 2018, Clamence Scalbert-yücel, “Perspektîfek dîrokî ji bo lêkolînên li ser Kurdan: Hevpeyvîn li gel Joyce Blau”, bi tercimekirina Yılmaz Özdil, li ser The Journal of Mesopotamian Studies‎[2], cild 3, hejmar 1, rûpel 203:
      JB[Joyce Blau] : Kursiya zimanê kurdî di sala 1945an de ji aliyê Roger Lescot (1914-1975( ve hate avakirin. Di sala 1947an de Mîr Kamuran Bedir Xan (1895-1978(bû serokê Kursiyê. Wî heta sala 1970yan serokatiya Kursiya zimanê kurdî kir. Paşî ji sala 1970yan heta dema teqawutbûna xwe ya di sala 2000an de min serokatî kir.
    • 2021, Salihê Kevirbirî, “Hosteykî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn”, li ser Nûbihar‎[3], hejmar 150, rûpel 50:
      Lê mixabin li Qefqasya, Rûsya û Asya Navîn rewşa xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî pir kêm e. Di vî warî de rola saziya Berbangê, kovara Nûbarê û rojnameya Jiyana Kurd gelekî girîng e. Lê diyar e ev xebat têrê nake.

Tewandin

Tewandina kurdî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kurdî kurdî
Îzafe kurdiya kurdiyên
Çemandî kurdiyê kurdiyan
Nîşandera çem. wê kurdiyê wan kurdiyan
Bangkirin kurdiyê kurdiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kurdiyek kurdiyin
Îzafe kurdiyeke kurdiyine
Çemandî kurdiyekê kurdiyinan

Bi alfabeyên din

Jê

Etîmolojî

    Ji kurd + -î.

    Herwiha binêre

    Bi zaravayên din

    Werger

    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya Kurdish a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

    Rengdêr

    Pozîtîv kurdî
    Komparatîv kurdîtir
    Sûperlatîv herî kurdî (merkezî)
    tewrî kurdî (rojavayî)

    kurdî

    1. Tiştên bi zimanê kurdan.
      Stranên kurdî, rojnameyên kurdî.
      • 2021 gulan 4, Seîd Veroj, “Mesûd Fanî (Dr. Mesûd Fanî Bîlgîlî)”, li ser Rûpela nû‎[4]:
        Xezeteyên Kurdî yên li Stenbolê derdiketin bên îstisnakirin, xezeteyekî millî û wetenî yê ku yekemîn car li Kurdistanê hatîye neşirkirin, ew jî xezeteya Zarê Kirmancî ye, ku min xwendîye.
    2. Tiştên kurdan.
      Aliyê kurdî di danûstandinan de.
      • 1992, Mehmed Uzun, Destpêka edebiyata kurdî:
        Şexsiyetên tarîxî yên kurdî, bi xêra edebiyata devkî, ji dewr û dewranên xwe yên jibîrbûyî derdikevin û tên roja me û silav li civata nûjen dikin û ders, tecrube, bûyer û şîretên tarîxî vediguhêzînin civata kurdî ya îro.
    3. Mîna kurdan.

    Ji wêjeya klasîk

    Werger