Here naverokê

hestî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /hɛsˈtiː/
  • Deng (Amed): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: hes·tî
[biguhêre]
hestiyên piyekî (1)

hestî n

  1. (anatomî) parçeyên req û spî yên leşî (ku goşt xwe pê ve digire)
    • 2004, Huseyin Bektaş, Anatomiya Bedena Mirovan, Weşanên Deng:
      Di serî da tenê 20 hestî hene. 8 hestiyên serî mêjî diparêzin. 12 hestiyên serî jî hestiyê rû û devê mirovan pêk hatiye. Di navbera hestiyê çena jorîn û çena jêrin da livoka hestiyê çenê heye. Mirov dikare bi wan herdu hestiyan, bi alîkariya masûlkan tiştan bicû û devê xwe bilivîne.
    • 2023, Eser Çetîn, “Êşa piştê û sedemên wê”, li ser rupelanu.com‎[1]:
      Êşa piştê dikare ji ber hestî, movik, masûlke-tamar, kerînek û kejiyên aliyê piştê çêbibe û sedema wê carinan nayê zelalkirin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina hestî
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hestî hestî
Îzafe hestiyê hestiyên
Çemandî hestî hestiyan
Nîşandera çem. wî hestî wan hestiyan
Bangkirin hestiyo hestiyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hestiyek hestiyin
Îzafe hestiyekî hestiyine
Çemandî hestiyekî hestiyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Jornav

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevrehên soranî ئێسک (êsk) / ئێسکان (êskan) / ئێسقان (êsqan), zazakî heste / aste / este / iste, mazenderanî هستکا‎ (hesteka) / استکا‎ (esteka), pehlewî 𐫀𐫘𐫤𐫃‎ (esteg), farisî استخوان‎ (ostoxan), osetî стӕг (stæg), avestayî 𐬀𐬯𐬙𐬌‎ (esti), sanskrîtî अस्थि (ásthi), hindî अस्थि (asthi), ûrdûyî استھ‎ (asthi), hîtîtî 𒄩𒀸𒋫𒄿 (ḫa-aš-ta-a-i /ḫaštāi/), lûwî 𒄩𒀀𒀸𒊭 (ḫa-a-aš-ša /ḫāšša/), albanî asht, yûnaniya kevn ὀστέον (óstéon), yûnaniya nû οστό (ostó), ermeniya kevn ոսկր (oskr), ermeniya nû ոսկոր (oskor), latînî/fransî/romanî os, îtalî/portugalî osso, spanî hueso... hemû ji proto-hindûewropî *h₃ésth₁.

Formên şêxbizinî zinaq, iznaq, uznaq bi metatezê ji isqan, usqan peyda bûne.

Peyv bi awayê xwe yê yûnanî li seranserî dinyayê belav bûye û wek osteo- ketiye kurdî jî: osteolog, osteolojî, osteoporoz... Ji bilî van peyvên navneteweyî, ew forma yûnanî herwiha di peyvên wek ıstakoz, istiridye de ketiye tirkî.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003), “hestî”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[2], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press, rûpel 242
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 21
  • Nişanyan, Sevan, Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Modern] (bi tirkî): hestî
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 61
  • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura, rûpel 435
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <Etymonline> by Douglas Harper.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Qafiye

[biguhêre]

Rengdêr 1

[biguhêre]
Pozîtîv hestî
Komparatîv hestîtir
Sûperlatîv herî hestî (merkezî)
tewrî hestî (rojavayî)

hestî

  1. bêgoşt, gelek zeîf:
    Kurik hestî ye. (Gelek zeîf e.)
  2. ya/yê/yên hestiyan, têkildarî hestiyan,
    hestiyane, hestîkî, osteo-:
    êşeke hestî

Etîmolojî

[biguhêre]
  • Ji peyva hestî ya navdêr, li jortir binêrin

Werger

[biguhêre]

Rengdêr 2

[biguhêre]

hestî

  1. Têkildarî hestan.
    Hevmane: hisî, hesas, hestiyar, emosyonel

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji hest + -î.

    Werger

    [biguhêre]

    Anagram

    [biguhêre]